Pûtîn: Bila 8ê Îlonê bibe roja zimanên Rûsyayê

Pûtîn: Bila 8ê Îlonê bibe roja zimanên Rûsyayê

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn pêşniyaz kir ku 8ê Îlonê, roja salvegera jidayikbûna helbestvan û nivîskarê navdar ê Dagistanî Resûl Hemzetov, weke “Roja Zimanên Gelên Rûsyayê” were pîrozkirin.

Pûtîn daxwaz kir ku ev roj bi çalakî û ahengên taybet ên ji bo pîrozkirina zimanên cihêreng ên li Rûsyayê bê lidarxistin.

Ev pêşniyar, duh di 5ê Hezîranê de, di civîna Encûmena Cîbicîkirina Siyaseta Dewletê ya ji bo Piştgiriya Zimanê Rûsî û Zimanên Gelên Rûsyayê de hate kirin.

Pûtîn bal kişand ser girîngiya zimanê Avarî, zimanê zikmakî yê Hemzetov, û zimanê Rûsî, ku berhemên wî bi saya wan li cîhanê navdar bûne.

Herweha, Pûtîn tekez kir ku divê zimanê Rûsî ji peyv, têgeh û biwêjên biyanî yên ku zirarê didinê û wateya wê dişewitînin, were parastin û paqijkirin.

Resûl Hemzetov kî ye?

Resûl Hemzetov, helbestvanê navdar ê Dagistanê, di 8ê Îlona 1923yan de li gundê Tsadayê yê herêma Xunzaxa Dagistanê ji dayik bûye. Ew kurê helbestvanê navdar Hemze Tsada ye. Piştî jiyana xwe bi piranî li Meheçqelayê derbas kir, di 3yê Cotmeha 2003yan de li Moskowê koça dawî kir.

Berhema wî ya herî navdar, “Dagistana Min”, tevî Kurdiya Soranî, ya ji aliyê Ezîz Gerdî ve di sala 1979an de, ji bo gelek zimanan hat wergerandin.

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.