Axios: Îsraîl soz da ku heta danûstandinên navokî yên Amerîka-Îranê bi dawî nebin êrîşî Îranê neke

Axios: Îsraîl soz da ku heta danûstandinên navokî yên Amerîka-Îranê bi dawî nebin êrîşî Îranê neke

PeyamaKurd – Li gorî Axiosê, Îsraîlê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re piştrast kiriye ku ew ê êrîşî Îranê neke heta ku Serok Donald Trump ragihand ku danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de bi ser neketine. Çavkaniyekî Îsraîlî ji Axiosê re got:

”Eger çareseriyeke dîplomatîk a baş were dîtin, êrîş bêwate ye. Ji ber vê yekê em ê şansekî bidin danûstandinan û heta ku eşkere bibe ku ew bi dawî bûne û Steve Witkoff dev jê berdaye, em ê tiştekî leşkerî nekin.”

Ev soz di serdana dawî ya Wezîrê Karûbarên Stratejîk Ron Dermer, Rêvebirê Mossadê David Barnea û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Tzachi Hanegbi de ji bo Washingtonê hatiye dayîn.

Qesra Spî hîna li benda bersiva Îranê ya li ser pêşniyara peymana navokî ye. Karbidestên Îranî diyar kirin ku ew li ser bersivekê dixebitin.

Lê Rêberê Îranê Elî Xamineyî roja Çarşemê got ku şertên Amerîkayê yên ji bo rakirina bernameya navokî ya Îranê li dijî berjewendiyên welatê wî ne.

Xamineyî di axaftineke televîzyonî de got:

“Amerîka dixwaze Îran xwediyê pîşesaziyeke navokî nebe û girêdayî wê be. Bersiva me zelal e: Ew nikarin tiştekî li ser vê bikin.”

Danûstandinên li ser bernameya nukleerî ya Îranê ji aliyê Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ve, bi navbeynkariya Omanê, tên birêvebirin.

 

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.