Îranê hişyarî da 3 welatên Ewropî

Îranê hişyarî da 3 welatên Ewropî

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, Brîtanya, Almanya û Fransa hişyar kir û got, ew li ber şaşiyek stratejîk a nû ne, ji ber helwesta wan a li ser bernameya nukleerî ya Îranê.

Arakçî anî ziman ku Îran dê bersiveke tund û bi biryar bide binpêkirina mafên xwe û got, tawanbarkirina Îranê bi "bicih neanîne berpirsiyariyên xwe" piştî salên dirêj ên hevkariya avaker bi Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (UAEA) re, bêbingeh e.

Arakçî diyar kir, "Sêyên Ewropî li şûna diyaloga bi niyetpakî, di Lijneya Rêveber a UAEAyê de li dijî Îranê ketine nav tevgereke xirab."

Herwiha Arakçî bi bîr xist ku di sala 2005an de jî van sê welatan helwesteke bi vî rengî nîşan dabûn û encama wê di gelek aliyan de destpêkirina dewlemendkirina uranyumê li Îranê bû. Arakçî pirs kir, "Ma gelo va sêyan di bîst salên dawî de qet ders negirtine?"

Li gorî rapora UAEAyê ya 31'ê Gulanê, stoka uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ya ji sedî 60, ji 274,8 kîlogram di Sibatê de gihîştiye 408,6 kîlogram di 17ê Gulanê de. Piştî vê zêdebûnê, Ajansê bang li Tehranê kir ku bi UAEAyê re hevkariyê bike.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.