Kampa Penaberan a Rukbanê li Sûriyeyê hat girtin

PeyamaKurd – Kampa penaberan a Rukbanê, ku li beyabana Sûriyeyê di sala 2014an de hatibû avakirin, piştî vegera malbatên dawîn a li warên xwe yên berê, bi fermî hate girtin.
Kampa ku zêdetirî 100,000 kesî dihewand, ji ber dorpêçkirin û nebûna alîkariyê wekî “sêgoşeya mirinê” dihat binavkirin.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed a di Kanûna 2024an de, nîştecihên kampê dest bi vegera li malên xwe kirin.
Wezîrê Rewşên Awarte yê Sûriyê Raed el-Salih girtina kamp wekî “dawiya yek ji trajediyên mirovî yên herî giran” pênase kir û hêvî kir ku ev gav rê li ber vegera ewle ya penaberên din jî veke.
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ji hilweşîna Esed ve 1.87 milyon kesên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê vegeriyane cihên xwe yên berê, lê nebûna derfetên aborî û xizmetguzariyên bingehîn pirsgirêkeke mezin e.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.