Termê Eyşe Şan li Diyarbekirê bi stran û kilaman bi xakê hate spartin

Termê Eyşe Şan li Diyarbekirê bi stran û kilaman bi xakê hate spartin

PeyamaKurd – Cenazeyê hunermenda Kurd a navdar Eyşe Şan ku 29 sal berê bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê wefat kiribû, îro 18ê Hezîranê bi rêya balafirê anîn Diyarbekirê.

Eyşe Şan, wesîyet kiribû ku li bajarê jidayikbûna xwe Diyarbekirê were veşartin, lê heta niha derfet çênebûbû. Piştî hewldanên siyasetmedara Kurd Yuksel Avşar û kurê wê, proseya yasayî bo anîna termê Eyşe Şan hate temamkirin û îro Çarşemê bo Diyarbekirê hate veguhestin.

Di merasîma xakspartina Eyşe Şan a li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan de, şaredarên Diyarbekirê, hezkiriyên Eyşe Şan, kurê wê neviyê wê jî beşdarî kirin.

Li ser gora Eyşe Şanê hunermendên Kurd stranê wê gotin û ew ji nû ve bibîranîn.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.