Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya şerê Îran-Îsraîlê: Me tedbîrên ser sînoran zêde kirin

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê tevî hinek fermandarên pilebilind, bi yekîneyên artêşa Tirkiyeyê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê re civiya.
Guler û fermandaran çavdêrî li ser çalakî û amadehiyên yekîneyên leşkerî yên li ser sînor kirin û piştre li Fermandariya 6emîn a Sînor a li Elbakê civînek li dar xist.
Yaşar Guler bal kişand ser şerê navbera Îran û Îsraîlê û wiha got: “Em rûdanên dawî yên li nêzîkî cografyaya me ji kêliya yekem ve bi baldarî dişopînin. Em êrîşên neyasayî yên ku Îsraîlê hefteya borî li dijî cîrana me Îranê dabû destpêkirin şermezar dikin.”
Wezîrê Tirk ragihand ku wan ji ber şerê li Îranê li ser sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tedbîrên ewlehiyê zêde kirine û got: “Ji ber ew bûyerên ku li nav cîrana me Îranê diqewimin, li ser sînorên me tedbîrên ewlehiyê hatine zêde kirin. Eger em careke din bi bîr bînin ew sîstemên ewlehiyê yên ku me li se sînorên xwe danîne, ji bo gelek welatan bûne mînak. Bila gumana ti kesî nebe ku em ê li dijî rûdanên ku ji niha û pê ve çêbibin jî sînorên xwe di asta herî bilind de biparêzin.”
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




