Dadgeha Îranê cezayê zîndanê li çalakvana Kurd Suheyla Moteyî birî

Dadgeha Îranê cezayê zîndanê li çalakvana Kurd Suheyla Moteyî birî

PeyamaKurd – Li Dehgolanê (Dewlan) jina çalakvan ya Kurd ya bi navê Suheyla Moteyî ji ber berê di çalakiya 8ê Adarê ya Roja Jinan de, di çalakiyan de hatibû girtin û paşî wê serbest berdan, lê 3 meh cezayê zîndanê danê û 3 sal jî car din cezayê zîndanê ya paşdexistî danê.

Li gor ragihandina Hengawê; roja 15ê Hezîrana 2025an li Dehgolanê dadgeha ceza ya 2em beşa 102em bi sedema Moteyî propogandeyê di leha grûbên ku li hemberê Komara Îslamî dertên kiriye, ceza danê.

Dema ceza danê, Moteyî amade nebû û dikare di nav 20 rojan de îtîrazê li cezayê xwe bike. Moteyî berê bi heman tohmetê di 24ê Gulana 2025an de bê parêzer banga wê kiribûn, di 10ê Gulanê de ji ber tevlî çalakiyên Roja Jina ya Navdewletî li bajarê Senendajê tevî çalakiyê bûbû, îstîxbarata Dehgolanê ew girtibû û piştî hefteyekî bikefalet ew serbest beradbûn.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.