Îsraîlê bi Farisî bang li gelê Îranê kir: Bi MOSSADê re bikevin têkiliyê!

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê (IDF) peyameke taybet bi zimanê Farisî ji gelê Îranê re şand kuû tê de behsa rewşa wan a dijwar û nediyariya paşeroja wan dike. Di peyamê de, IDF diyar dike ku ew gelek peyaman ji hezkiriyên gelê Îranê werdigirin, yên ku ji ber rewşa heyî ya nebaş xemgîn in.
Peyam herwiha balê dikişîne ser wê yekê ku hin kesên girêdayî dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê jî tirs, bêhêbûn û hêrsa xwe ji bo bûyerên rejîma Îranê tînin ziman û daxwaz dikin ku bi rayedarên Îsraîlî re bikevin têkiliyê da ku Îran bi qedera Libnan û Xezeyê re rû bi rû nemîne.
IDFê bang li gelî Îranê kir, ji bo ji rejîma heyî ya Îranê rizgar bibin, dikarin bi rêya malpera MOSSADê lînka "mossad.gov.il/fa/contact-us" peyaman bişînin û pêwendiyê bikin.
IDF tekez dike ku divê gelê Îranê dema ku bi wan re têkevin têkiliyê, tenê bi rêya VPNeke derve vê yekê bikin û hate gotin, ew têkoşîna gelê Îranê ya ji bo paşerojeke baştir fam dikin û bi duaya "Xweda Te'ala bibe alîkar û hevalê we" peyam bidawî dibe.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




