Îstîxbarata Îranê li bajarê Xoyê Rojhilatê Kurdistanê karsazê Kurd Amîn Sadoyî girt

Îstîxbarata Îranê li bajarê Xoyê Rojhilatê Kurdistanê karsazê Kurd Amîn Sadoyî girt

PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê karsazê Kurd Amîn Sadoyî desteser kirin. Amîn Sadoyî (43) li bajarê Xoyê li navça Qoturê li gundê Tarîmîşê dijî û îstîxbarata Îranê bi zorê ew girtin.

Girtina karsazê Kurd duhî qewimî û bê ku fermanekî fermî hebe desteser ew kirin. Sîxwurên Îranê di nava xelkê de li Sadoyî dan û di nav xelkê bûye sedema panîkê û tirsê.

Malbata wî her çiqas xwestin ciyê wî tewana wî  çiye bizanibin jî, rayedar agahî nedan.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.