Dihok: Weqfa Riwangayê ji bo ciwanan projeya "Şiyanên Min" da destpêkirin

Dihok: Weqfa Riwangayê ji bo ciwanan projeya "Şiyanên Min" da destpêkirin

PeyamaKurd – Weqfa Riwangayê, bi piştgiriya UNICEFê, li Dihokê projeya "Şiyanên Min" da destpêkirin. Ev armanc dike ku ciwanên herêmê perwerde bike û derfetên kar ji wan re biafirîne.

Li gorî daxuyaniya fermî, proje li sê navçeyan, bajarê Dihokê, Sêmêl û Şêxan tê meşandin û ji sê qonaxan pêk tê. Di qonaxa yekem de, 600 xort û keç dê perwerdehiya şiyanên jiyanê yên bingehîn werbigirin. Ji vê komê, 54 kes dê li gorî lîyaqatê wek rahêner bên hilbijartin, ku her yek dê  ji bo 10 beşdarên nû rêberiyê bike. Bi vî awayî, 1,140 kes dê rasterast ji projeyê sûdê werbigirin.

Qonaxa duyemîn dê li ser nûjenkirina navendên ciwanan û avakirina laboratuarên nûjeniyê li her navçeyê bisekine, da ku platformên afirîner ji bo pêşxistina ramanên têkildarî bazara kar, aboriya dîjîtal û civakî werin afirandin.

Di qonaxa dawî de, proje dê piştgiriya darayî bide 36 destpêşxeriyên bi rêberiya ciwanan di warên domdariya jîngehê, karsaziya civakî û nûjeniya dîjîtal de. Her wiha, 30 derfetên kar ên rasterast dê ji bo ciwanan bên afirandin.

 

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.