Li ser avdana baxçe pevçûn derket: 1 mir û 1 jî birîndar bû

Li ser avdana baxçe pevçûn derket: 1 mir û 1 jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Kıreşehirê li jîngeha Özbağê li gundê Kışlapınarê li ser avdaniya baxçe Mustafa Keleş bi tivinga pompeyî li Musa Şen (67) xist û jina wî Nezahat Şen (65) giran birîndar kir.

Bûyer seet li dora 19.30an de qewimî. Demek dirêje ku her dû zilam li ser avdaniya baxçe li hev nakin lê vê carê xwîn rijiya.

Li ser bûyerê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Dîtin ku Musa Şen li ciyê bûyerê can daye û jin a wî ya birîndar Nezaket Şen bi ambûlansê birin nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya bajarê Kırşehirê.

Polîs Mustafa Keleş girt û pê re jî dest danî ser tivinga wî ya pompeyî ku pê sûc kiribû.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.