Ji hevdîtina Rubio û Lavrov 'nêzîkatiyeke nû û cuda' ji bo Ukraynayê derket

PeyamaKurd– Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Malezyayê, di çarçoveya 47emîn Lûtkeya Komeleya Neteweyên Asyaya Başûr-Rojhilatê (ASEAN) de, cara duyemîn rûbirû hatin cem hev.
Rubio piştî hevdîtina 50 xulakan a bi Lavrov re, ragihand ku wan li ser pêşniyarên aştiyê yên nû yên Rûsyayê bo Şerê Ukraynayê "nêzîkatiyek nû û cuda" bi dest xist.
Rubio got ku ew nikare bêje ev ê aştiyê garantî bike, lê ew ê bi lez serokê Amerîkayê Donald Trump agahdar bike.
Lavrov jî piştî civînê diyar kir ku wan girîngiya "xebatên ji bo asayîkirina têkiliyên dîplomatîk ên her du welatan" tekez kirine û got ku di navbera her du aliyan de "danûstandineke girîng û samîmî ya ramanan" li ser rewşa Ukrayna, Îran û Sûriyeyê û mijarên din ên navneteweyî çêbûye.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




