Hêzên îstîxbarata Îranê li Pîranşehrê bav û kur girtin

PeyamaKurd – Wezareta îstîxbarata Îranê li bajarê Pîranşehrê Azîz Xizirî (57) û kurê wî Zanyar Xizirî (33) desteser kirin û wan birin ciyekî nediyar.
Hêzên îstîxbarata Îranê roja Pênşemê serê siba li Pîranşehrê li gundê Andîzehê avêtin ser malê û bê biryara dadgehê an daxwaza dozger hebe wan xistin binçav.
Çavkaniyekî bo Hengawê ragihandiye ku di wexta operasyona ser bav û kur de îstîxbarat tedbîrên ewlehiyê dîtine.
Sedema girtina wan, sûcên wan an ciyê ku wan birine nediyare.
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.




