Şaredarê Semsûrê Tutdere ji kar hat dûrxistin

PeyamaKurd- Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, piştî ku doh 9ê Tîrmehê Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere ku ji CHPê hatibû hilbijartin, bi mercê kontrola edlî serbest hate berdan, ji kar dûr xist.
Doh di çarçoveya lêpirsîna li ser tometa bertîl û gendeliyê ji bo wî biryara hepsa malê hatibû dayîn. Tutdere îro jî Wezareta Navxwe ve ji seroktiya şaredariya Semsûrê hate dûrxistin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku li ser Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere de ji ber tometa “standina bertîlê ya bi zordestiyê” lêpirsîn tê meşandin.
Wezareta Navxwe bal kişand ser biryara hepsa malê ya bo Tutdere û diyar kir, li ser vê biryarê, li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Yasaya Şaredariyan a bi hejmara 5393yan, wekî tedbîreke demkî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




