Amerîkayê dorpêç danî ser 22 şirketên Îranî yên Tirkiye, Îmarat û Hong Kongê

Amerîkayê dorpêç danî ser 22 şirketên Îranî yên Tirkiye, Îmarat û Hong Kongê

PeyamaKurd- Wezareta Xezîneya Amerîkayê eşkere kir ku li ser 22 navend û şirketan, bi sedema hevkarîya digel tora darayî ya Sûpaya Qûdsê ya girêdayî Pasdarên Îranê, dorpêçên nû hatine sepandin.

Wezîrê  Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, bi daxuyaniyekê ragihand, 22 navend û komanî ku beşek ji tora veşartî ya darayî ya hevkarê tora malî ya Sûpaya Qûds in ketine nav dorpêçên ser Îranê.

Bessent diyar kir, ew tora malî bi alîkariya şirketên sexte û hesabên biyanî, sedan milyon dolar, ji pereyê nefta Îranê ji bo Sûpay Qudsê û piştevanîya  komên çekdar veguhastine

Wezîrê Amerîkî destnîşan kir, rejîma Îranê, dahata neftê li şûna geşepêdana navxweya Îranê ji bo bernameya atomî û piştevanîya milîsan bi kar tîne.

Hate zanîn ku ew 22 navend û şirket li welatên Hong Kong, Îmarat û Tirkiyê ne.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.