Dadgehê Ciwanê Kurd Alî Çeven piştî 8 mehan dîsa berneda: Tenê gotibû 'Ez Kurd im!'

Dadgehê Ciwanê Kurd Alî Çeven piştî 8 mehan dîsa berneda: Tenê gotibû 'Ez Kurd im!'

PeyamaKurdCiwanê Kurd Alî Çeven ku ji ber gotina "Ez Kurd im" a di hevpeyvîneke kuçeyan a medya civakî de bi hinceta ‘propagandaya PKKê kiriye’ hatibû girtin, piştî 8 meh û 10 rojan derket pêşberî dadgehê. Çevenê ku 8 meh in girtî ye, di danişîna îro ya dadgehê de nehate berdan. Alî Çeven dema hatibû binçavkirin jî rastî îşkenceya polîsan hatibû û herwiha li ser medya civakî jî ji aliyê nijadperestên Tirk ve gef lê hatibûn xwarin.

Parêzerê Çeven, Suphî Ozgen, îro 10ê Tîrmehê piştî danişînê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û û rexne li dadweriya Tirkiyeyê kir, rewşa Çeven rûbirûyî bûye wekî 'tewşo mewşo' bi nav kir.

‘Îronî û trajediya Tirkiyeyê!’

Parêzer Ozgen, rewşa muwekîlê xwe weke "îronî û trajediya Tirkiyeyê" bi nav kir û wiha got:

"Gava ku sempatîzan û alîgirên PKKê muwekîlê min Alî Çeven bi dijberiya xwe tawanbar dikin û navê wî dixin lîsteyên înfazê; tevî ku di jiyana wî ya normal û hemû parvekirinên wî de eşkere ye ku ew Kurdekî neteweperest û muhafazakar e, tenê ji ber axaftina wî ya di odeyeke TikTokê de di bin gef û zextê de, bi tawana 'propagandaya rêxistina terorê ya çekdar a PKKê' hat girtin.

Îro piştî 8 meh û 10 rojan di danişîna yekemîn a doza wî de biryara berdanê derneket. Her wiha biryar hat dayîn ku di derbarê wî de bi tohmeta 'endamtiya rêxistinê' û 'heqareta li Ataturk' gilî bê kirin."

Hejmarek Kurdistaniyên li bajarê Stenbolê ji bo piştgiriya Çeven beşdarî danişînî bûn. Danişîna doza ciwanê Kurd ji bo 16ê Îlonê hat paşxistin.

Parêzer Ozgen spasiya hemû kesên ku ji bo piştgiriyê hatibûn danişînê kir ku di nav de Serokê Kurd-Kavê Parêzer Celal Baykara, Parêzer Cemîl Çelîk, Parêzer Ahmet Belen, nivîskar û lêkolîner Ercan Îlgîn û gelek xizm û hezkiriyên Alî Çeven hebûn.

Ev nivîs 192 car hatiye xwendin.