PDK û YNKê jî ji bo merasima çekberdana PKKyê hatin vexwendin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê komeke ji PKKyê ku tê payîn dê 20-30 kes bin, sibehê, 11ê Tîrmehê dê çekên xwe deyne.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK) jî bo merasimê hatin vexwendin.
Hate ragihandin ku şandeyeke ji 150 kesî ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û çavdêrên navneteweyî yên ji Ewropa û DYAyê jî dê beşdarî merasîmê bibin.
Hate diyarkirin ku cihê merasimê ji bo ewlehiyê veşartî hatiye hiştin, lê amadekariyên merasimê qediyane ku ev merasim dê li ser banga Abdullah Öcalan pêk bê.
Şandeya ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji siyasetmedar, rojnamevan û pêk tê. Dema merasimê dê hevpeyvîna bi endamên PKKyê re qedexe be, lê wê ji bo çavdêran destûr hebe.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.





