Tom Barrack: Di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Kurdan de nakokî hene

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack got ku hikûmeta navendî û kurdên Rojavayê Kurdistanê hîn li ser yekkirina hêzên xwe negihîştine rêkeftinekê.
Barrack di axaftina xwe de ji ajansa nûçeyan a Amerîkî Associated Press (AP) re diyar kir ku di navbera aliyan de nakokiyên cidî yên nêrînan hene.
Barrack tekez kir ku şer bûye astengiyeke berdewam di demekê de ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê hewl dide piştî salên şerê navxweyî kontrola xwe xurt bike.
Barrack ev daxuyanî piştî civîna 9ê Tîrmehê li Şamê di navbera Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şara û Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) da.
Tom Barrack û Nûnerê Taybet ê Fransayê yê ji bo Sûriyeyê, Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî danûstandinên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de bûn.
Li gorî rapora APê, HSD dixwaze hebûna xwe wekî yekîneyeke cuda di artêşa nû ya Sûriyeyê de bidomîne. Lê hikûmeta Şamê alîgirê hilweşandina HSDyê û destûrdayîna endamên wê ye ku bi ferdî tev li artêşê bibin.
Tom Barrack got, "Ev hîn jî pirsgirêkek mezin e di navbera her du aliyan de. Ez bawer nakim ku di vê mijarê de ti pêşketinek çêbûye."
Barrack got ku her çend ew hîn negihîştine asta ku ew dixwazin jî, hikûmeta Şamê "karekî mezin kiriye" ji bo pêşkêşkirina vebijarkan ji HSDyê re. Derbarê HSDyê de, wî got, "Ez hêvî dikim ku ew ê li van vebijarkan bifikirin. Ez hêvî dikim ku ew ê zû bikin."
Barrack destnîşan kir ku Amerîka "baweriya xwe ya tevahî" bi hikûmeta Sûriyeyê û artêşa nû ya Sûriyeyê heye, û tekez kir ku HSD "hevkarekî hêja" ye di şerê li dijî DAIŞê de.
Barrack got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwaze piştrast bike ku HSD derfeta wê heye ku bi rêzdarî tev ki hikûmeta nû bibe," û da zanîn ku "lezgînî" tune ku bi tevahî nêzîkî 1300 leşkerên Amerîkî yên li Sûriyeyê vekişin.
Rayedarekî hikûmeta Sûriyeyê: "Em parçekirina welat an federasyonê di prensîbê de red dikin"
Ajansa nûçeyan a Fransî (AFP) ragihand ku şandeyên bi serokatiya Şera û Ebdî li Şamê li ser astengiya di pêkanîna peymana ku Adarê hatibû kirin nîqaş kirin.
HSDyê bi vê peymanê qebûl kiribû ku tev li saziyên rêveberiya nû ya Sûriyeyê bibe, lê peyman neket meriyetê.
Mijara sereke ya hevdîtinên dawî yên li Şamê entegrekirina aborî û leşkerî ya deverên di bin kontrola HSDyê de ye ya bo Sûriyeyê.
Li gorî AFPê, ku îşaret bi kanala televîzyonê ya fermî ya Sûriyeyê El-Îxbariye kiriye, rayedarekî hikûmeta Sûriyeyê gotiye ku rêveberiya Şamê di dema hevdîtinan de pabendî prensîba "Yek Sûriye, Yek Artêş, Yek Hikûmet" bûye.
Rayedarê hikûmetê her wiha diyar kir ku ew di prensîbê de parçekirina Sûriyeyê an jî federasyonê red dikin.
Heman rayedarî got, "Artêşa Sûriyeyê avahiyeke neteweyî ye ku hemû welatiyên welêt dihewîne. Her wiha ji bo entegrekirina şervanên Sûriyeyê yên di nav HSDyê vekirî ye."
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




