Artêşa Îsraîlê: Me li Tehranê êrîşek li ser tesîsa hilberîna santrifûjan kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan êrîşeke hewayî li ser tesîseke hilberîna santrifujê li paytexta Îranê Tehranê kiriye.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê artêşê ve hat îdiakirin ku gelek tesîsên çêkirina çekan ên li Îranê jî bûne hedef.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çend saetên dawî de "rêze êrîş li ser bingeha îstîxbaratê" li Tehranê û derdora wê ji aliyê zêdetirî 50 balafiran ve hatine kirin û tesîsa hilberîna santrifûjê ya ku di dewlemendkirina uranyûmê de li paytexta Îranê tê bikar anîn hatiye hedefgirtin.
Di vê çarçoveyê de, hate îdîakirin ku êrîş li ser tesîseke ku madeyên xav û pêkhateyên ji bo komkirina moşekên erd-erd ji bo kapasîteya moşekên Îranê, tesîseke ku pêkhateyên moşekên parastina hewayî hildiberîne û hin tesîsên hilberîna çekan hatiye kirin.
Di 13ê Hezîranê de, Îsraîlê êrîşên berfireh li dijî tesîsên navokî yên li bajarên cuda yên Îranê û herwiha fermandariya bilind a leşkerî pêk anîn.
Di êrîşan de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê, Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî mirin, tevî ku hejmara giştî ya sivîlên ku di êrîşê de mirin jî 224 bû.
Hat ragihandin ku di êrîşa artêşa Îranê ya li dijî Îsraîlê de bi moşekên balîstîk 24 kes mirine û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.





