Rêveberiya Kesnasî û Erdhejê: Danê êvarê toz li ser deverên Herêma Kurdistanê namîne

Rêveberiya Kesnasî û Erdhejê: Danê êvarê toz li ser deverên Herêma Kurdistanê namîne

PeyamaKurd  Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, di derbarê keş û hewaya 48 saetên bê de, pêşbîniyên xwe belav kir û diyar kir, danê êvarê toz li ser deverên Herêma Kurdistanê namîne.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê da zanîn, li hinek dem û cihan îhtimala nîv baranê heye û di demên êvarê de toz û xwelî li ser deverên Herêma Kurdistanê namîne.

Herwiha li ser keş û hewaya sibe, keşnasî pêşbînî dike ku hewa sahî be ligel hinek ewr, leza ba di navbera 5-15 kîlometreyan de, dibe di saetekê de, mesafeya dîtinê bibe 8 heta 10 kîlometre.

Navçeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, sê roj in bi pêleke tozbarînê re rûbirû mane û ji ber tozbarînê gelek kesên ku nexweşiya wan a bêhndanê heye an jî hestyariya wan heye, serdana nexweşxaneyan kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin