PeyamaKurd – Rêvebirê Rêxistina Tenduristiyê yê Dinyayê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus îro giha bajarê Entabê. Dr. Tedros li ser hatina xwe weha got:
“Ji bo bi wezîfedarên tendursitiyê, xebatkarên tenduristiyê û tîmên mudaxeleyê, ji bo bi mexdûrên erdhejê re hevdîtinan bikin, em nûh hatin Entabê, Tirkiyê. Dr. Hans Kluge û ez ji bo başbûna mirovan û hevkariya di tenduristiyê de û desteka xwe ji bo wan, em ê car din teyîd bikin.”
Rêvebirê WHO yê yê Awrûpayê ku Tirkiye jî di nav de ye, Dr. Hans Kluge jî pêşwaziya Dr. Tedros kir û got ku wê xebatên li herêma erdhejê yên ku bandirê ji erdhejê dîne, li wan binêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin