PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser, li gorî amarên fermî hejmara pêketinên vîrusa koronayê kêm bûye.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di 24 saetên borî de 18 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 3 kes jî baş bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 18 kesên bi vîrusa koronayê ketine; 4 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Leqê. 2 kes li Kobanê û 3 kes li Reqayê ne.
Bi van amarên dawî re, li Rojavayê Kurdistanê hejmnara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 18660 kesan û hejmara mirinan jî bûye 764 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin