PeyamaKurd - Rêxistina (Syrians for Truth and Justice) an ku Sûrîyên ji bo Rastî û Dadmendîyê (STJ) ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku rewşa Efrînê bixe rojeva civata xwe ya giştî.
Rêxistinê belgenameyek ji Neteweyên Yekbûyî re pêşkêş kir û tê de bal kişand ser zêdegavî û binpêkirina mafê mirovan li Efrînê û ji civaka navneteweyî xwest çareserîyê bibîne.
Li gorî nûçeya VOAyê Besam El-Ahmed li ser wê belgenameyê got: “Me hejmarek mijar girtine dest, pêşî me rewşa Efrînê daye nasîn, herwiha kiryarên dijî mafê mirovan ku me li Efrînê belge kirine, weke girtin, revandin, guhertina nasnameyên gel û rûxandina goristanan û mezargehên olî”.
El-Ahmed eşkere kir ku belgename ronîyê dixe ser binpêkirinên mafê mirovan li Efrînê ku bi awayekî berfireh tên kirin û da zanîn, ew kiryar metirsîyê li ser nasnamye gelê herêmê peyda dike û dibe sedema guhertina demografiye.

El Ahmed armanca belgenameyê jî wiha şîrove kir: “Em mijara Efrînê bidin ser maseya hikumetên ku li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî kom dibin û bihêlin wê jî nîqaş bikin, çimkî em di wê bawerîyê de ne ku mijara Efrînê cihê xwe yê pêwîst nestandiye û ragihandinê baş şîrove nekiriye.”
Rêvebirê STJê El Ahmed dîyar kir ku rêxistina wan rewşa mafê mirovan li Efrînê û tevahîya Sûrîyê dişopînin û kiryarên hemû alîyên ku li ser axa Sûrî serwer in belge dikin.
Wî bi berdewamî got ku ewê belgenameya wan pêşkêş Neteweyên Yekbûyî kiriye bi welatên rojavayî re bişopînin da ku bandorê li rewşa Efrînê bikin.
Hêjayî gotinê ye ku hejmarek mafnas û çalakvanên mafê mirovan rêxisitna Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê sala 2015an damezrandine ku rêxistin xwe weke sazîyekê ji bo berevanîya ji ber yeksanîya mafên hemû Sûrîyan dinasîne, binpêkirina mafê mirovan li Sûrîyê belge dike û jibo dadmendî û guhertê kar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin