PeyamaKurd – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 31 kes ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin.
Li navçeyên Curnereş, Hewag, Wêranşar, Kaniya Xezalan û Karakopruyê yên Rihayê, hêzên cendirme li 14 xalên cuda li ser rê pişkînînên ewlehiyê kirin û di encama pişkînînan de 31 kesên ku bi hincetên cuda derbarê wan de pêştir biryara desteserkirinê hebû, hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku di pişkînînan de ji 56 otombîlan re 57 hezar û 621 lîre ceza hat birîn û 19 otombîl ji trafîkê hatin astengkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin