Rûhanî: “Amerîka newêre lê divê em xwe ji ser re hazir bikin”

Rûhanî: “Amerîka newêre lê divê em xwe ji ser re hazir bikin”

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ku Amerîka newêre êrîşî welatê wî bike lê tevî wê yekê jî, pêwîst e Îran xwe ji cengê re amade bike.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, ji televizyona fermî ya welatê xwe re ragihand, ku Amerîka newêre êrîşî welatê wî bike lê tevî wê yekê jî, pêwîst e Îran xwe ji cengê re amade bike. Amerîka zane ku karînên serbazî yên Îranê gellek in û zanin ku Îran dikare berisiva her êrîşekê bide, ji ber vê yekê jî ew newêre êrîşî me bike.

Hesen Rûhanî diyar kir: Divê em xwe ji cengê re amade bikin û rê nedin bizavên wan welatên ku dixwazin axa Îranê û çavkaniyên welatê me dagir bikin.

Di demên dawî de, zimanê gef û zirtan di navbera Îran û Amerîkayê de gelekî tê bikaranîn, bi taybet jî, piştî ku Amerîka xwe ji Peymana Nukleerî kişand û mueyîdeyên aborî yên tund li ser Îranê sepand.

Berî niha jî, Amerîka dabû xuyakirin, ku ewê di nava çend mehên dahatî de, kirîna petrola Îranê di bazara cîhanî de qedexe bike, vê yekê kir ku Îran gefan bixwe, ku ewê jî di beramber de, tengeava Hurmizê bigire û rê nade keştiyan ku petrola welatên kendavê veguhêzin.

Di encama van pêşveçûnan de, rewşa abûrî li Îranê gellekî lawaz bûye û tumenê Îranî beramberî Dolar gelekî erzan bûye û bi awayekî berdewam xwepêşandanên nerazîbûnê li parêzgehên Îranê derdikevin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin