Komîte ya ku ji Tirk û Amerîkayiyan ava bûye, bo pirsgirêkên navbera her dû dewletan çareser bike, wê di 8-9ê meha adarê de li Wahhingtonê bicive.
Mijara yekem ya ku di komîsyonê de li serê biaxifin mijara Munbicê ye ku Tirkiyê dixwaze Munbic ji PYDê safî bibe.
Di dema hatina wezîrê karê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bo Tirkiyê, li ser danîna 3 komîteyan lihev kiribûn: FETÖ, Sûriye û Iraq.
Heyeta ku li ser mijara Sûriyê raweste, wê di 8-9ê mehê de li Amerîkayê hev bibînin. Tirkiye bêhtir li ser mijara rojhilatê Firatê disekine û dixwaze di Munbicê de, bi Amerîka re hêzeka hevpar deyne.
Komîta Sûriyê wê di bin serokatiya cîgirê musteşarê wezareta karê derve yê Tirkiyê Sedat Önal de bê temsîlkirin. Ye FETÖ yê cîgirê musteşar Cihad Erginay û yê Iraqê jî wê Fazlı Çorman be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin