PeyamaKurd- Meclisa leşkerî ya Qamîşlo di mijara topbarana an roketavêtina bo ser navçeya Nisêbînê de, daxuyaniyekî da got ku wan bi topan an bi roketan li Nisêbînê nexistine. Meclis got ku ew tenê li baregeh û qereqolên li derveyê Nisêbînê yên Tirkiyê dixin. Hêzên dewleta Tirkiyê jî Qamîşlo topbaran dike.
Meclis got ku bi sedema artêşa Tirkiyê ji wan baregeh û qereqolan Qamîşloyê topbaran dikin, ew li wan dixin. Artêşa Tirkiyê ji Çiyayê Bagokê topan davêje bajarê Nisêbînê û mirovan dikuje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin