Gule ji Qamîsloye hat û li Nisêbînê li Rojîn ket

Gule ji Qamîsloye hat û li Nisêbînê li Rojîn ket

PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçe ya Nisêbînê ji aliyê Qamîşlo ya bi ser Hesîçayê de, dema 2 grûb lihev dixistin, ji cem wan gule hat û li navçe ya Nisêbînê, li taxa Yeşîlkentê, li keçika bi navê Rojîn Ece ya deh salî ket. Rojîn Ece giran birîndar bû û wê birin nexweşxane ya dewletê ya Nisêbînê.

Ji Nexweşxane ya Nisêbînê Rojînê birin nexweşxane ya Qoserê ya dewletê. Lê ew jî ti fêde neda û Rojîn Ece jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin