Nûrî Malikî dixwaze xwe ji dagirkirina Mûsilê bêguneh derxe

Nûrî Malikî dixwaze xwe ji dagirkirina Mûsilê bêguneh derxe

PeyamaKurd- Di dema Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê bû, artêşa Iraqê ji Mûsilê vekişiyabû û hemû sîlih û cepilaxaneyan teslîmê DEAŞ ê kiribûn. Li ser vê mijarê Nûrî Malikî dixwaze xwe bêguneh ji meselê vekişîne û naxwaze bêje ku destê wî di mijarê de hebû.

Malikî di hevpeyvîna xwe ya bo televîzyona dewletê ya Iraqê de, di mijara dagirkirina İŞİD ê (DEAŞ) ya di roja 10 ê hezîrana 2014an ya Mûsilê de, bûyerê bi mijara mezhebî ve girê da û weha ragihand:

“Vekişîna artêşê ji Mûsilê mezhebî bû. Ji ber %90 ê artêşê ji mezhebên sunnî bûn. Berya ku İŞİD kontrola bajêr bike, gelek dever ji aliyê bineciyên deverê de dihatin kontrolkirin. Piştî wê ew dever jî ketin destê İŞİDê.”

Nûrî Malikî di navbera salên 2006-2014 de li Iraqê 2 dewre serokwezîrtî kir û hêjî serpereştiya partiya Dawa dike û 25 parlementerên wî hene. Malikî nêzî Îranê ye û li dijî sunniyan siyesetê dimeşîne.

Selîm Cibûriyê ku serokê parlementoya Iraqê bû, di sala 2015an de piştî lêkolîna bi 8 mehan raportekî dabû serokwezîr Haydar Ibadî û di raporê de navên wan kesên ku îhmala wan di ketina Mûsilê de hene, dabû serokwezîr. Di nava kesên ku îhmala wan heye de ev nav hebûn:

Serokwezîr Nûrî Malikî, wezîrê bergiriyê Sadûn Duleymî, serokerkan Babekir Zêbarî, Fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê Alî Gaydan, fermandarê operasyonên hevpar Mehdî El Girarî û parêzgerê Mûsilê Asil Nuceyfî hebûn. Piştî birayara meclisê dosya çûbû dadgehê û tenha bo waliyê Mûsilê bo Nuceyfî biryara girtinê hatibû dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin