NYTê bi jimareke taybet lîsteya qûrbaniyên koronayê yad kir

NYTê bi jimareke taybet lîsteya qûrbaniyên koronayê yad kir

PeyamaKurd – Rojnameya New York Times a Amerîk bi sedema zêdebûna mirinên ji vîrusa koronayê ji bo yadkirina qûrbaniyan di hejmara xwe ya dawî de rûpeleke taybet weşand.

NYTê di jimara taybet a bo qûrbaniyên koronayê de got, "Ew ne tenê kesên di lîsteyê de ne. Ew em in.”

Di rûpela destpêkê ya 24ê Gulanê de NYT nav bi nav lîsteya hejmareke zêde ya qûrbaniyên vîrusa koronayê dide û li kêleka navê wan jî behsa xeyalên wan û kurteagahiyên derbarê wan de dike.

Herwiha di rûpela paşîn de jî rojnameyê cih daye lîsteya kesên jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin