PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser nûçeyên derbasbûna artîşa Sûriyê bo Minbicê daxuyakirin ku hikûmeta Sûriyê ketiye nav hewlên psîkolojîk.
Erdogan got, "Em dizanin ku Sûriye ji bo Minbicê ketiye nav xebat û çalakiyên wisa psîkolojîk. Em dizanin niha li wir rewşeke ku ala xwe bilind kirine heye. Lê hîn tiştekî teqezî tine ye. Saetek berê bi hevalên me yên li wir re peyivîm, hîn tiştekî teqez bûyî nîne.”
‘RÊXISTIN DERKEVIN, TIŞTEKÎ EM BIKIN NAMÎNE’
Erdogan herwiha diyar kir ku hêzen wan li herêmê xebatên xwe berdewam dikin û wiha pê de çû: “Em li dijî parçekirina Sûriyê ne. Armanca me derketina rêxistinên terorê ye. Ger rêxistin derkevin, tiştekî em bikin jî namîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin