Xwest balafira Banladesê birevîne

Xwest balafira Banladesê birevîne

PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Bangladeşê Esaduzzaman Xan ragihand ku balafireka rêwiya ya aîdê Biman Bangladesh Airlines ê, di dema ku ji Dakkayê diçû Dubaiyê kesekî west birevîne.

Esaduzzaman Xan got ku korsanê hewayî xwest karmendekî ku di kabînê de wezîfedare, bi sîlih lê bide û kontrola korpîtê bidest bixe. Pîlotê balafirê Bangladeşê, li bajarê Chittagongê bi awayeka lezgîn xwe danî balafirgeha Şah Amanatê. 142 rêwiyên ku di balafirê de bûn hatin tehliyekirin.

Hêzên asayîşê dorê li balafirê girtin û bi operasyonê korsan hat girtin û wî şandin zîndanê. Li gora ragihandinê di bûyerê de mirî an birîndar tine ne.Rêvbirê şîrketê di derbarê mijarê de agahiyên zêde nadin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin