PeyamaKurd - Rayedarên Kurd ê Rojava ragihandin, li ser muafîyeta danekirinên Amerîka yê li hemberî Beşar Esad danûstendin destpê kirine. Li gor vê, di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û rêxistinên li hemberî DAİŞê ku seroktiya wan Amerîka dike de danûstendinên ji bo muafgirtina van danekiranan çêdibe.
Hat ragihandin ku Amerîka li ser muafgirtina ‘Danekirinên Sezar’ ê Rêveberiya Xweser a Rojava danûstendinan pêk tîne. Rayedarên Kurdan ji Reuters’ê re ragihandin, soza muafgirtina van danekirinan hatiye dayîn û li ser çarenûsa vê sozê danûstendinên wan berdewam dikin.
Amerîka hefta borî danekirin ‘Danekirinên Sezar’ li hemberî Beşar Esad û derdora wî da destpêkirin. Her çiqas soza muafgirtina ji van danekirinan bo Rêveberiya Xwesar a Kurda kul i hemberî DAİŞê hevkarîya Amerîka kiribûn hatibe dayîn jî, ji ber ‘Danekirinên Sezar’ rewşa aborî ya Kurdên Rojava jî ber bi xerabiyê ve diçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin