PeyamaKurd - Yekîtiya Federasyonên Fitbolê ya Ewropayê (UEFA) biryar da ku pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonan a 2020an li Stenbolê were lîstin.
Rêveberiya UEFAyê ya ku li Kîeva paytextê Ukraynayê civiya, biryar da ku fînala kupaya fitbola nimroya 1emîn a Ewropayê li Yarîgeha Olîmpiyatê ya Stenbol Ataturkê were lîstin.
Yarîgeha Olîmpiyatê ya Stenbol Ataturkê ku di 2002yan de ket fealiyetê û kapasîteya wê 76 hezar kes e, wê di dîroka xwe de ji bo cara duyemîn mazûvaniya fînala "Lîga Dêwan" bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin