Rojava | Daxuyanî: Hêzên Sûriyê bi kordîne li seranser sînor belav dibin

Rojava | Daxuyanî: Hêzên Sûriyê bi kordîne li seranser sînor belav dibin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê li ser rêkeftina bi hikûmeta Sûriyê re daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Di daxuyaniyê de, bang li hikumeta Sûriyê  hat kirin ku parastina sînor bike û li rex QSD/HSDê li dijî êrîşên Tirkiyê rawestin.

Rêveberiya Rojava got, “Ji bo ku em li hember vê êrîşê bisekinin. Me bi hikumeta Sûriyê re li hev kir ku ji erka wê sînorên welêt û serdestiya Sûriyê biparêze.”

Daxuyanî wiha ye:

“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya hêza xwe ya leşkerî Hêzên Sûriyê Demokratîk ku ji hemû ciwanên pêkhateyên Sûriyê pêk dihat, li herêmên Rêveberiya Xweser ji bajarê Kobanê ji sala 2014`an ve dest bi şerê terorê kir. Ev şerê rizgarkirinê li dijî rêxistina terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir û Rojavayî Firatê Minbic, piştre Girê Spî, Tebqa û heta paytexeta wê Reqayê û piştre Dêrazor rizgar kir. Ev serkeftina li dijî rêxistinê piştî 5 salan ji şer di dîroka 23-03-2019 li cihê wê yê herî dawî li rojhilatê Dêrazorê, serkeftin îlan kir. Ev erdnîgariya rizgarkirî ji 1/3 axa Sûriyê ye û Hêzên Sûriyê Demokratîk 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndar dan, ji wan kesên gazî ne.

Ev berdêleke giran bû ji bo em gelê Sûriyê rizgar bikin û hemû pêkhate ji zilm û zordariya va rêxistina terorîst xelas bikin  û parastina yekbûna axa Sûriyê bikin.

Projeya me ya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga parçebûnê nedikir, lê belê me banga diyalogê û çareseriya aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane dikir û hîna em banga wê dikin. Me êrîşî tu kesî me dewletên cîran û heta heta dewleta Tirk tehdîd nekir. Lê wê me bi terorê tewanbar kir û hîna wisa dike. Rolek neyînî di belavkirina terorê de li Sûriyê ji destpêka aloziyê ve lîst. Îro êrîşî axa Sûriyê ya ku Hêzên Sûriye Demokratîk bi xwîna ciwanên vê axê rizgarkiriye dike.

Di dirêjahiya 5 rojên derbasbûyî de hovantirîn sûcan der heqê sivîlan de pêk anîn. Hêzên Sûriye Demokratîk bi lehengî û qehremantî li hember êrîşê li berxwe da û gelek şehîd û birîndaran ji bo parastina serdestiya Sûriyê dane.

Lê dewleta Tirk di êrîşa xwe de berdewam e. Ji bo ku em li hember vê êrîşê bisekinin. Me bi hikumeta Sûriyê re li hev kir ku ji erka wê sînorên welêt û serdestiya Sûriyê biparêze.

Artêşa Sûriyê derbas bibe û li ser dirêjahiya xeta sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re belav bibe ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyê Demokratîk di şikandina vê zêdegaviyê bike û herêmên  ku artêşa Tirk û çeteyên wê derbasî bûne rizgar bike. Ev lihevkirin derfeta rizgarkirina tevahiya ax û bajarên Sûriyê yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin mîna Efrîn û bajarên din çêdike.

Li ser vî esasî em tevahiya şêniyên xwe ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bajarên ser sînor ji vê belavbûnê agahdar dikin. Ev belavbûn bi kordîne û lihevkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin