Rojava | HSD ji bo kesên leşkerî nekirine efûya giştî nîqaş dike

Rojava | HSD ji bo kesên leşkerî nekirine efûya giştî nîqaş dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endamên fermandariya giştî, fermandarên meclîsên herêman û saziyên fermî yên girêdayî HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civîna ku hejmarek mijar û pirsên Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola HSDê hatine gotûbêjkirin de, li ser kesên leşkerîya neçarî nekirine û yan ji leşkerîyê reviyane jî nîqaş hate kirin.

Li gorî medya Rojava, ji bo kesên ku ji erka xweparastinê reviyane derxistina biryara efûyê ya giştî hate nîqaşkirin û hate gotin avakirina komîteyekê ji bo van kesan yek ji rojevên civînê bû.

Herwiha biryar hate dayîn ku girêbesta di nava HSDê de ji bo 3 salan were diyarkirin û perwerdeyên leşkerî bi taybetî ji bo şervanên nû werin zêdekirin.