PeyamaKurd – Lêgerîna ser çiyayê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ya bo dîtina dermên 3 kolberên kurd ku 80 roj berê winda bûbûn, careke din bê encam ma.
Tevî ku 80 roj bi ser windabûna 3 kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê de derbas bûne hîn jî ti agahî derbarê çarenivîsa wan de nîne.
3 kolberên gundê Bava li sînorê Mirgewer a Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê winda bûbûn û tê texmînkirin ji ber mercên giran ên zivistanê can dane, lê termê wan hêj nehatine dîtin.
Kolberên bi navên Barizan Mîhenî, Es`ed Sîdanîferd, Behlûl Sîdanîferd, li rêya çiyayî ya sînorê navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê li gundê Gelêşmê dema dixwestin vegerin Mirgewerê rêya xwe winda kiribûn.
Herî dawî doh 31ê Adarê komek xelkê xêxwaz û dilsoze Mirgewerê ji bo peyadkirina termê 3 kolberên gundê Bava, hilkişyan etega çiya û cihên asê yên deverê, lê dîsa jî bi ser wan ve nebûn.
Heta niha sazîyên Îranê ti hewldanek bo dîtina wan kolberan nekirine û li gorî xelkê deverê astengî jî wan re hatine derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin