Rojhilat: Baregehên rejîma Îranê bi tundî hatin lêdan

Rojhilat: Baregehên rejîma Îranê bi tundî hatin lêdan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di roja şeşemîn a êrîşên Îsraîl-Amerîkayê de, li Rojhilatê Kurdistanê li gelek cihan baregeh û binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê hatin lêdan. Li gorî çavkaniyên herêmê, li bajarê Bane gelek cenazeyên leşkerên Îranê di bin kavilên baregehên hatine hilweşandin de mane.

Êrîşên Amerîka-Îsraîl yên li dijî rejîma Îranê di roja şeşemîn de bi hemû tundiya xwe didomin. Îro 5ê Adarê li navçeya Seîdî ya ser bi parêzgeha Sine navenda polîsan û baregeha Supayê Pasdaran hatin armanc kirin.

Dîsa navenda hêzen Besîc (Cerdevan), baregeha Îmam Elî, navenda parêzvanên sînor û navendeke polîsan ya li parêzgeha Urmiyeyê hatin bombebarankirin. Herwiha du moşek li derdora navenda polîsan a hejmar 12 ya li devera 6 a Behemen ya Kirmaşanê ketin ku duh jî heman cih hatibû bombekirin.

Baregeha fermandariya Fereca ya ser bi Supayê Pasdaran a li navçeya Nurabad ya ser bi parêzgeha Loristanê jî di encama êrîşeke asîmanî de hat armanc kirin û beşek ji avahiyê rûxiya.

Li aliyê din hat ragihandin ku gelek cenazeyê leşkerên Supayê Pasdaran li bajarê Bane di wan navendên leşkerî yên hatine bombebarankirin de hene.