PeyamaKurd - Barana gur û bayê tund li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bandor kir û di çûnûhatina nêzîkî 170 gundan de pirsgirêk derketin û elektrîka 90 gundan hat birîn.
Alîkarê Rêvebirê Karûbarên Avadankirinê yê Loristanê Îhsan Keremzade di civîna Komîteya Krîzan de ragihand ku di nava 2 rojên borî de bi giştî zêdetirî 43 mîlîmetran baran bariyaye û li hin navçeyan wekî navçeya Sepîdeştê ev rêje gihaye 164 mîlîmetran.
Keremzade diyar kir ku asta baranê ji pêşbîniyên keşnasiyê gelekî zêdetir bûye û ev yek bûye sedema girtina rêya gundan, lê tevahiya rêyên sereke yên parêzgehê vekirî ne.
Tîmên hawarçûnê, rê û piran û yên şaredariyan di nava amadebaşiyê de ne da ku zû bi zû rêyên gundên girtî vekin û pirsgirêka elektrîkê çareser bikin.