PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê Adil Yûsifînijad û kurê wî Ako Yûsifînijad ji aliyê îtlaata Îranê ve bi rêya telefonê hatine bangkirin û piştre jî hatine binçavkirin.
Hate diyarkirin ku bav û kur bi hinceta beşdariya bernameyeke jîngehparêziyê ya li Zagrosane hatine binçavkirin, lê hîn sedema binçavkirina wan nehatiye eşkere kirin.
Hate zanîn ku kurê malbatê Çiyako Yûsifîniojad jî ji aliyê rejîma Îranê ve bi sedema endambûna rêxistineke jîngehparêziyê hatibû qetilkirin.