Bexda: Em bi Hewlêr û Enqerê re diaxivin!

Bexda: Em bi Hewlêr û Enqerê re diaxivin!

PeyamaKurd- Wezîrê Neftê yê Iraqê Abdulcebbar Luaybî got ku ji bo nefta Kerkûkê em bi Hewlêr û Enqerê re di nava pêwendiyê de ne.

Di derbarê firotina nefta Kerkûkê de Wezîrê Neftê yê Iraqê Abdulcebbar Luaybî daxuyaniyek da û got ku em dixwazin nefta Kerkûkê di ser Tirkiyê re, derbasî bazara dinyayê bikin. Ji bo vê yekê jî em bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê re diaxivin.

Luaybî wiha dewam kir: Em dixwazin nefta Kerkûkê, bi xeta boriya ya Kerkûk-Yumurtalikê di ser Tirkiyê re bifiroşine dinyayê. Ji ber êrîşan xeta Kerkûkê û Tirkiyê xira bûye. Ji ber vê jî em dixwazin di ser Kurdistanê re neftê derbasî Tirkiyê bikin.

Li gorî Wezareta Neftê ya Iraqê, li Kerkûkê rojê 220 hezar warîl neft tê derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin