Washington | Dê 350 dolar bexsîsê bidin besdarên civîna wezîrê tirk

Washington | Dê 350 dolar bexsîsê bidin besdarên civîna wezîrê tirk

PeyamaKurd –Saziya Turkish Heritage Organization (THO) a nêzîkî hikûmeta AK Partiyê ku li Amerîkayê ye, ji bo beşdarî civîna Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul a li Washingtonê bibin û guhdariya Stratejiya Reforma Darazê ya Tirkiyê bikin, 350 dolaran dê bide akademisyen û analîstên biçin civînê.

Hat zanîn ku dê Wezîrê Tirkiyê Abdulhamît Gul stratejiya reformên darazê ku 30yê Gulanê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû li Amerîkayê bide naskirin û naveroka wê vebêje.

Saziya Turkish Heritage Organization (THO) ku vê civînê lidar dixe jî ji bo beşdarîkirina civînê 350 dolar pêşniyarî beşdaran kiriye.

Edîtora Navenda Lêkolîna Tirkiye ya Enstîtuya Rojhilata Navîn û li Zanîngeha George Washingtonê Alîgir. Doçent e Gonul Tol li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, yên beşdarî civîna Abdulhamît Gul bibin 350 dolar pêşniyarî wan kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin