PeyamaKurd - Cîgirê Parêzgarê Mûsilê Gebu ragihand ku malbatên ereb li Şingalê tên bicîkirin û bi vî awayî demografiya herêmê tê guhertin.
Cîgirê Parêzgarê Mûsilê Elî Umer Gebu ragihand ku, malbatên ereb li Şingalê tên bicîkirin û bi vî awayî gelheya herêmê tê erebkirin. Gebu dibêje "ji ber ku li şûna êzîdiyan ereb hatine bicîkirin, êzîdî nikarin vegerin ser mal û milkên xwe."
Umer Gebu destnîşan dike ku, ji ber ku malbatên ereb li herêma Qubîlatêya li Çiyayê Şingalê hatine bicîkirin, metirsiya guhertina demografiya heye û lewma jî malbatên êzîdî nikarin vegerin malên xwe:
"Êzîdî dixwazin vegerin malên xw lê hebûna hêzên çekdarî li cem wan tirs û nîgeraniyê çêdike û dide xuyakirin, “Ji bo ku xelkên êzîdî vegerin malên xwe tu alîkarî nehatiye kirin.”
Hêjayî gotinê ye ku heta niha 20 hezar Şingalî li Herêma Kurdistanê ne û ji ber erêbên li herêmê hatin cîbicîkirin û hebûna hêzên çekdar li herêmê ew nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin