Bu Sevin Alaca cezayê zîndanê: 6 sal û 10 meh

Bu Sevin Alaca cezayê zîndanê: 6 sal û 10 meh

PeyamaKurd – Cîgira şaredarê bajarê Qersê ya berê ya HDP ê Şevin Alaca piştî darizandina di dadgeha cezayê giran ya 2 yem ya bajarê Qersê de bi sedema “endama rêxistina çekdar ya terorê” ye bi zecayê 6 sal, 10 meh û 15 rojan hat cezakirin. Parêzerên Alaca li salona dadgehê amade bûn lê bi sedema Alaca di zîndana Diyarbekirê ya jinan de bû, bi rêya SEGBİS ê tevlî celseya dadgehê bû.

Şevin Alaca di paraznama xwe de tewanên ku bo wê ji aliyê dadgehê de hatin kirin qebûl nekir û got ku ti tiştekî xef û li dijî qanûnan nekiriye û li gor rêziknama partiya xwe ya HDP ê tevgeriya ye.

Mafê Alaca heye ku îtîrazê li cezayê xwe bike û dosya here dadgeha îsnadê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin