Mesrur Barzanî Kazimî pîroz kir û hêvî kir ku ji nêzîk ve kar bikin

Mesrur Barzanî Kazimî pîroz kir û hêvî kir ku ji nêzîk ve kar bikin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî kir, ku ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve bawerî bo kabîneya wî hat dayîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Di pêwendiyeke telefonî de bi Mustefa Kazimî re axivîm û min pîrozbahiya destbikarbûna wî wek Serokwezîr lê kir”.

Mesrur Barzanî diyar kir, “Iraq û Herêma Kurdistanê di demeke hestiyar e derbas dibin û rûbirûyî astengiyên hevbeş dibin, hêvîdar im bikarin ji nêzîk ve bi hev re kar bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin