PeyamaKurd - Senator Lindsey Graham, biryara Trump a xebata ligel Kongreyê ji bo dorpêçên ser Tirkiyê yên li dijî tawanên şer ên Tirkiyê felc bi erênî pêşwazî kir û got, ‘Bawer dikim wê herdu partiyan (Demokrat û Komarî) piştgiriyeke bihêz bistîne.
Graham piştî daxuyaniyên Trump ên ku dê ji bo sepandina dorpêçên tund bi ser Tirkiyê de, ligel kongreyê kar bike li ser twitterê bersiv da û biryara Trump xebitîna ligel kongreyê wekî biryareke baş nirxand.
Graham herwiha ji bo êrîşên Tirkiyê bi ser Kurdan de jî diyar kir, “Gelekî girîng e ku em destûrê nedin Tirkiye hevpeymanên me yên hêja tune bike û DAIŞ ji nû ve were vejandin.”
Lindsey Graham herwiha got, Tirkiye endamtiya NATOyê heq nake û ev êrîşa wê jî tenê fêdê digihîne Rûsya, Îran û DAIŞê û herwiha ji bo Îsraîlê jî dibe sedema felaketê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin