PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrg, Mûş, Bêdlîs û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê, barîna berfê dest pê kir û herwiha rêyên gelek deveran jî hatin girtin.
Li bajarê Colemêrgê û navçeya Geverê ji doh êvarê ve berf dibare û navenda bajaran ji berfê spî bûye û ji ber berfê rêya 22 gundên Colemêrgê jî hatine girtin.
Li bajarên Mûş û Bidlîsê jî, îro danê sibehê ve barîna berfê dest pê kiriye û tîmên şaredariyan xebatên paqijkirina berfê dane destpêkirin.
Herwiha li navçeya Kanîreşê ya Çewligê jî berf dibare û navenda bajêr û herêmên bilind di bin berfê de mane ku li hin deveran qalindiya berfê gihîştiya 10 santîman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin