PeyamaKurd – Li gorî îdiayên çavkaniyên herêmî piştî ku Amerîka ji baregeha Eyn Îsayê vekişiya, hêzên Rûsî û YPGê di wê baregehê de bicî bûn.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku Rûsyayê doh karwaneke bi qasî 40 wesayîtan alîkariyên leşkerî ji bo wê baregeha hevbeş a Rûsya û YPG bikar tîne şandiye.
Piştî 9ê Cotmehê ku êrîşên Tirkiyê bi ser Rojava de dest pê kirin, Amerîkayê baregehên xwe vala kiribûn û vekişiyabû Başûrê Kurdistanê.
Li pey wê biryara Amerîkayê jî HSDê bi çavderiya Rûsya, ligel hikûmeta Sûriyê rêkeftineke leşkerî pêk anîbû û hêzên rejîmê li sînoran belav bibûn.
Piştî alîkariyên Rûsî bo YPGê, helwesta Tirkiyê tê meraq kirin ku 22yê Cotmehê ji bo vekişandina YPGê li Soçiyê rêkeftibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin