PeyamaKurd - Kurdên Xorasanê bi navê ‘Milwarî’ pêşbirkeke wêjeyê li dar dixin ku tê çaverêkirin ji hemû beşên Kurdistanê Kurd serî li vê pêşbirkê bidin.
Pêşbirk navê xwe ji hezkiriya helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê Cafer Qulî Zengellî digire ku navê hezkiriya wî Milwarî bûye.
Mijara pêşbirkê wiha hatiye ravekirin: "Keçik û jinên kurd yên xorasnî û hest, hêvî, evîn, xem û qehremanîyên wan di çarsed salên dawî de."
Helbestvan û nivîskar berhemên xwe heta 5ê Adara 2020an dikarin bi vê maîlê (milwari2020@gmail.com) ji bo pêşbirkê bişînin.
Di pêşbirkê de, wê koma jûrîyê li gor krîter û pîvanên destnîşankirî ji nava nivîs û helbestan hilbijêrin.
Wê pêşbirk ji çar babetan pêk bê; helbesta azad, helbesta klasîk ya dirêj, helbesta klasîk ya kurt û kurteçîrokê.
Zimanê berheman divê kurdîya kurmancî (devoka standard) be û her wisa xeta û şaşiyên di rastnivîsîyê de, kêmasîyên rêzimanî û kêmasîyên standardên edebî, tên berçavgirtin û li ser biryara jûrîyê bibandor in.
Ji bo pêşbirkê wekî xelata yekemîniyê jî milyonek tomen hatîye terxankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin