PeyamaKurd - Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus bal kişand ser ku li piranîya cîhanê zêdebûna tûşbûyên vîrusa korona berdewam e.
Ghebreyesus got, wê vîrusa korona hîn demeke dirêj li cîhanê bimîne û li pêşiya wan rêyeke dirêj heye.
Tedros destnîşan kir ku gelek welat hîn di qonaxa pêşî ya belavbûna vîrusa korona de ne û pêketîyên nû çêdibin.
Heta îro 23yê Nîsanê li seranserê cîhanê 2 milyon û 653 zêdetir kes tûşî nexweşîya Covid-19 bûne ku ji wan 728 hezar zêdekir kes baş bûnê û zêdetirî 185 kes jî mirine.
Tevî xebat û lêkolînên zanistan jî hîn ti dermanek yan derziyek bo tedawîkirin û nehiştina vîrusa korona nehatiye peydekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin